19 April 2025 - 21:32
Hevdîtin hîn nerasterast in/Iraqçî dev ji hevdîtinê red dike

Li ser belavbûna hin nûçeyên derew, Berdevka Wezareta Derve got:Nûçeyên sexte beşek ji pêvajoya marjînalkirina danûstandinan e. Nêrîna me li ser dabînkirina berjewendiyên Îranê ye, bêyî ku ferq bike.

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x)-EBNA- Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê li bara gera duyem a gotûbêjên Îran û Amerîkayê ku îro Şemiyê 20`ê Nîsana 1404`an li Romaya paytexta Îtalyayê tê lidarxistin, got: Hevdîtinên nerasterast ên Îran û Amerîkayê ji saetekê berî niha li baregeha balyozxaneya Umanê li Romayê dest pê kirin.

Îsmaîl Beqayî got jî: Me spasiya Îtalyayê kir ku hevahengiya ligel Umanê kiriye ji bo lidarxistina gera duyem a danûstandinan li Romayê.

Berdevkê Wezareta Derve diyar kir ku danûstandin hîn nerasterast in û her du şand di odeyên cuda de ne.

Beqayî diyar kir: Wezîrê karên derve yê Umanê rojeke mijûl bû û niha di navbera şandên Îranî û Amerîkayê de diçû û vedigere.

Derbarê belavkirina hin caran nûçeyên derew ji medyayê de jî got: Nabe medya giraniyê bide nûçeyên sexte yên danûstandinan û nûçeyên rast ên Wezareta Derve bişopînin.

Berdevkê Wezareta Derve got: “Nûçeyên sexte beşek ji proseya marjînalkirina danûstandinan e.” Nêrîna me li ser dabînkirina berjewendiyên Îranê ye, bêyî ku ferq bike.

Di vê çarçoveyê de rojnameya El Erebiye ya Erebistana Siûdî nûçeyek weşand û îdia kir ku tîmên muzakere li heman odeyê hene û muzakere rasterast tên kirin.

Ji aliyeke din ve çavkaniyekî haydar di hevpeyvînekê de ligel Dezgeha Ragihandina Îranê, nûçeya ku ji aliyê kanaleke nûçeyan ve derbarê rawestandina 15 xulekan a gotûbêjan hatiye belavkirin, red kir. Di vê nûçeya sexte de hat îdiakirin ku Wezîrê Karên Derve ji ber ku aliyê Amerîkayê mijarên ne nukleerî anîbû ziman, hevdîtinên xwe rawestandibûn.

Di demekê de ku danûstandin hîn berdewam in û tê pêşbînîkirin ku heta sibe bidomin, nûçegîhanên gelek dezgehên ragihandinê li pişt deriyên girtî li benda ragihandina encamên vê gerê û rawestandina danûstandinan yan berdewambûna wê ne.

Your Comment

You are replying to: .
captcha